Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #78 Translated in Kurdish

ثُمَّ قَسَتْ قُلُوبُكُمْ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ فَهِيَ كَالْحِجَارَةِ أَوْ أَشَدُّ قَسْوَةً ۚ وَإِنَّ مِنَ الْحِجَارَةِ لَمَا يَتَفَجَّرُ مِنْهُ الْأَنْهَارُ ۚ وَإِنَّ مِنْهَا لَمَا يَشَّقَّقُ فَيَخْرُجُ مِنْهُ الْمَاءُ ۚ وَإِنَّ مِنْهَا لَمَا يَهْبِطُ مِنْ خَشْيَةِ اللَّهِ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Paşê dilê we dîsa ji pey (vê bûyerê da) wekî keviran hişk bûye, hêj ji keviran jî hişktir bûye. Çima, bi rastî hinek kevir hene, ku ji wan çemne avê bi sodretî dizên û hinek jî ji wan keviran hene! Di gava ji hev diçirin kanîyê avê ji wan bi sodretî dizên. Û hinek jî ji wan keviran hene! Ji heybeta Yezdan, wusa jorda tot dibin (Dilê we qe wusa nabe). Û Yezdan bi xweber jî ji wan tiştne, ku hûn dikin bê (agah) nîne
أَفَتَطْمَعُونَ أَنْ يُؤْمِنُوا لَكُمْ وَقَدْ كَانَ فَرِيقٌ مِنْهُمْ يَسْمَعُونَ كَلَامَ اللَّهِ ثُمَّ يُحَرِّفُونَهُ مِنْ بَعْدِ مَا عَقَلُوهُ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Qey hûm (gelî bawergeran!) guman dikin ku ewan (zarne cihû û filan) ji bona we bawer bikin, bibne hevalê we? Sond! Di nava wan bi xweber da jî destek ji wan heye, peyvne Yezdan dibêhên, ji piştî ku ponîjîn ka peyvan çi armanç kirine; bi zanîn peyvan ji şûna wan diheşivînin
وَإِذَا لَقُوا الَّذِينَ آمَنُوا قَالُوا آمَنَّا وَإِذَا خَلَا بَعْضُهُمْ إِلَىٰ بَعْضٍ قَالُوا أَتُحَدِّثُونَهُمْ بِمَا فَتَحَ اللَّهُ عَلَيْكُمْ لِيُحَاجُّوكُمْ بِهِ عِنْدَ رَبِّكُمْ ۚ أَفَلَا تَعْقِلُونَ
Û ewan di gava rastî wanê bawerger tên, ji bawergeran ra gotine: “Bi rastî em bawer dikin.” Û di gava ku ewan bi tenê li bal hev dimînin, ji hev ra dibêjin: “Hûn ça li bal wan dipeyvin, ku ewan bawergeran, bi wan tiştan li bal Xudayê we nihrewanan bigirin. Îdî qe hûn naponijin
أَوَلَا يَعْلَمُونَ أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا يُسِرُّونَ وَمَا يُعْلِنُونَ
Qey ewan nizanin, ku bi rastî Yezdan bi wan tiştne ewan vedişêrin û bi wan tiştne ewan diyar dikin jî dizane
وَمِنْهُمْ أُمِّيُّونَ لَا يَعْلَمُونَ الْكِتَابَ إِلَّا أَمَانِيَّ وَإِنْ هُمْ إِلَّا يَظُنُّونَ
Ji wan hinek hene ne xwandine (wekî wanê ku hêj nûzane, ji dîya xwe ra bûne) ewan ji pirtûkê hey dil xwazîyan dizanin û ewan bi xweber jî hey gumanan dikin

Choose other languages: