Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayah #282 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا تَدَايَنْتُمْ بِدَيْنٍ إِلَىٰ أَجَلٍ مُسَمًّى فَاكْتُبُوهُ ۚ وَلْيَكْتُبْ بَيْنَكُمْ كَاتِبٌ بِالْعَدْلِ ۚ وَلَا يَأْبَ كَاتِبٌ أَنْ يَكْتُبَ كَمَا عَلَّمَهُ اللَّهُ ۚ فَلْيَكْتُبْ وَلْيُمْلِلِ الَّذِي عَلَيْهِ الْحَقُّ وَلْيَتَّقِ اللَّهَ رَبَّهُ وَلَا يَبْخَسْ مِنْهُ شَيْئًا ۚ فَإِنْ كَانَ الَّذِي عَلَيْهِ الْحَقُّ سَفِيهًا أَوْ ضَعِيفًا أَوْ لَا يَسْتَطِيعُ أَنْ يُمِلَّ هُوَ فَلْيُمْلِلْ وَلِيُّهُ بِالْعَدْلِ ۚ وَاسْتَشْهِدُوا شَهِيدَيْنِ مِنْ رِجَالِكُمْ ۖ فَإِنْ لَمْ يَكُونَا رَجُلَيْنِ فَرَجُلٌ وَامْرَأَتَانِ مِمَّنْ تَرْضَوْنَ مِنَ الشُّهَدَاءِ أَنْ تَضِلَّ إِحْدَاهُمَا فَتُذَكِّرَ إِحْدَاهُمَا الْأُخْرَىٰ ۚ وَلَا يَأْبَ الشُّهَدَاءُ إِذَا مَا دُعُوا ۚ وَلَا تَسْأَمُوا أَنْ تَكْتُبُوهُ صَغِيرًا أَوْ كَبِيرًا إِلَىٰ أَجَلِهِ ۚ ذَٰلِكُمْ أَقْسَطُ عِنْدَ اللَّهِ وَأَقْوَمُ لِلشَّهَادَةِ وَأَدْنَىٰ أَلَّا تَرْتَابُوا ۖ إِلَّا أَنْ تَكُونَ تِجَارَةً حَاضِرَةً تُدِيرُونَهَا بَيْنَكُمْ فَلَيْسَ عَلَيْكُمْ جُنَاحٌ أَلَّا تَكْتُبُوهَا ۗ وَأَشْهِدُوا إِذَا تَبَايَعْتُمْ ۚ وَلَا يُضَارَّ كَاتِبٌ وَلَا شَهِيدٌ ۚ وَإِنْ تَفْعَلُوا فَإِنَّهُ فُسُوقٌ بِكُمْ ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ وَيُعَلِّمُكُمُ اللَّهُ ۗ وَاللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Gelî ewan merivne ku we bawer kirîye! Gava hûn ji hev ra heya danekî navdayî deyn bidin, îdî hûn ewî (dan û deynî) binivîsin. Û bira ewî, nivîsdarekî dadvan, di nîveka we da, bi dadvanî binivîse. Û bira nivîsdar, ça Yezdan bi wî daye hîn kirinê, wusa binivîse (ji wî para da neçe) îdî bira ewî binivîse. Ewê deyndar jî deynê xwe bira binivîse. Û bira ewê ku li ser wî deyn heye, ji Xudayê xwe bitirse, tu tiştekî ji deynê xwe kêm neke. Îdî heke ewê deyndar merivekî evsene be, ya jî merivekî bê wecb e, ya jî merivekî wusan be. ku nikare bi xweber deynê xwe bide nivîsandinê, bira serkarne wî, deynî wî bi dadvanî bidne nivîsandinê. Hûn (ji bona deyn nivîsandinê) du mêrne ji xwe, nehrîvan bigirin. Îdî heke du mêr tunebûn, hûn mêrekî bi du jinan va nehrîvan bigirin (Jinne wusa bin) ku hûn bi şahidîya wan jinan qayîl bibin. Ewan jinan jî, heke yek ji wan şahidî bîrva bike, bira ewa mayî bîra wê bixe. Û di gava şahit hatne gazî kirinê ji bona şahidîyê, bira ji şahid ya xwe, tu tiştî veneşêrin. Û hûn ji nivîsandina deynê piçûk û mezin ne kerixin (ewan, di gavê wî û hijmara wî da binivîsin). Eva nivîsandina we bi vî awayî li bal Yezdan ji bona şahidîyê ra rasttir e û dadvantir e û nêzîktir e jî, ku hûn (di dan û hijmara) wî da dudil nebin. Ji xêncî heke kirîn û firotin herduk jî (baha û pere, bahanok-mal) amade bin, ku hûn ewan (bi dest bidne hev, ji hev bistînin). Di wê gavê da heke hûn nenivîsin, tu zîyan li ser we tune ye. Di gava ku hûn kirîn û firotinê bikin, hûn şahidan bigirin. Ji bona nivîsarok û şahidan ra bira zirar neyê dayînê. Û heke hûn ji wan herdukan ra zirarê bidin, şixwa eva ji bona we ra, îdî ji rê derketi ne. Û hûn parisaya Yezdan bikin. Yezdan bixweber evan rê û rêzikan hînê we dike. Û Yezdan bi hemû tiştan dizane

Choose other languages: