Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #229 Translated in Kurdish

لَا يُؤَاخِذُكُمُ اللَّهُ بِاللَّغْوِ فِي أَيْمَانِكُمْ وَلَٰكِنْ يُؤَاخِذُكُمْ بِمَا كَسَبَتْ قُلُوبُكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ حَلِيمٌ
Yezdan we di wan sondne we ne, ku hûn têda dixelitin gunehkar nake, lêYezdan we bi wan kedne, ku dilê we dike we gunehkar dike. Yezdan bi xweber jî baxişkarê muahîm e
لِلَّذِينَ يُؤْلُونَ مِنْ نِسَائِهِمْ تَرَبُّصُ أَرْبَعَةِ أَشْهُرٍ ۖ فَإِنْ فَاءُوا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Ji bona wan mêrne, ku sond dixun neçine nivîna jinê xwe, heya çar mehan danê hêvî mabûnê heye, heke ewan mêran di wî danî da dîsa çûne nivîna wan jinne xwe, îdî bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَإِنْ عَزَمُوا الطَّلَاقَ فَإِنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û heke (ewan mêrne sond xwar) hey berdana wan jinan van, îdî bira bizanin! Ku bi rastî Yezdan dibêhê û dizane
وَالْمُطَلَّقَاتُ يَتَرَبَّصْنَ بِأَنْفُسِهِنَّ ثَلَاثَةَ قُرُوءٍ ۚ وَلَا يَحِلُّ لَهُنَّ أَنْ يَكْتُمْنَ مَا خَلَقَ اللَّهُ فِي أَرْحَامِهِنَّ إِنْ كُنَّ يُؤْمِنَّ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۚ وَبُعُولَتُهُنَّ أَحَقُّ بِرَدِّهِنَّ فِي ذَٰلِكَ إِنْ أَرَادُوا إِصْلَاحًا ۚ وَلَهُنَّ مِثْلُ الَّذِي عَلَيْهِنَّ بِالْمَعْرُوفِ ۚ وَلِلرِّجَالِ عَلَيْهِنَّ دَرَجَةٌ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Û ewan jinne hatine berdanê hene! Heya sê kirasan, bi xweber xwe ji mêr kirinê digirin. Heke ewan jinan bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin, ne durist e ji bona wan ra, ku ewan, ewa tişta Yezdan di zikê wan da afêrandîye veşêrin (yanî zara di zikê xwe da veşêrin, bejin: “Em bi zar nînin”). Heke ewan hevhatinî bivên, di wê gavê da (yanî di wî danê jinik xwe ji mêr kirinê dide para da, merivne aştîkar bikebine nîveka wan, ewan li hev bînin) mêrê wan, ji bona wan jinan ra çêtir e, ku ewan jinan dîsa hildne binê kevîn bûne xwe da û ji bona jinan ra mafê wan, wekî xûyê (adetê) jinê wan dera pêşk û xebat heye (ewan jinan di kar û xebatan da wekî hev in). Û ji bona mêran ra li ser jinan payek heye. Û Yezdan bi xweber jî servahatê bijejke ye
الطَّلَاقُ مَرَّتَانِ ۖ فَإِمْسَاكٌ بِمَعْرُوفٍ أَوْ تَسْرِيحٌ بِإِحْسَانٍ ۗ وَلَا يَحِلُّ لَكُمْ أَنْ تَأْخُذُوا مِمَّا آتَيْتُمُوهُنَّ شَيْئًا إِلَّا أَنْ يَخَافَا أَلَّا يُقِيمَا حُدُودَ اللَّهِ ۖ فَإِنْ خِفْتُمْ أَلَّا يُقِيمَا حُدُودَ اللَّهِ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْهِمَا فِيمَا افْتَدَتْ بِهِ ۗ تِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ فَلَا تَعْتَدُوهَا ۚ وَمَنْ يَتَعَدَّ حُدُودَ اللَّهِ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Berdana jinan du cure ne; îdî di wî danê xwe girtî da, ya ewan jinan bi qencî dîsa hildne bine kevîn kirina xwe, ya jî bi wan qencî bikin ewan berdin. Ji bona we mêran ra durist nîne, ku hûn tiştekî ji mara wan jinan, ku we daye wana, para da bigirin, xêncî heke herduk tirsîyan, ku ewan herduk jî (mêr û jin) di nava xwe da biryarne Yezdan pêk naynin. Heke hûn tirsîyan, ku ewan herduk biryarne Yezdan e, ku di nava wan da heyî pêk naynin, îdî tu zîyan li ser wan herdukan jî tune ye, ku jinik ji bona berdana xwe hinekî ji mara xwe, ji bona mêrik ra bibaxişîne. Evan (biryarne di nava mêr û jinan da hatine bi cî danê) biryarne Yezdan in. Îdî hûn ji wan biryaran neborin û kîjan ji biryarne Yezdan bibore, bi rastî îdî cewrkar hey evên bi xweber in

Choose other languages: