Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #58 Translated in Kurdish

يَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِ وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمُحِيطَةٌ بِالْكَافِرِينَ
Dojê ewan filan bi xweber hildane nava xwe da, hêj ewan ji te leza hatina şapatê dikin
يَوْمَ يَغْشَاهُمُ الْعَذَابُ مِنْ فَوْقِهِمْ وَمِنْ تَحْتِ أَرْجُلِهِمْ وَيَقُولُ ذُوقُوا مَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Di roya ku şapat ji jora wan da û ji binê pê wan da, ewan diniximîne (Yezdan ji wan ra aha) dibêje. "Tişta we dikiribû, hûn çeşna wê bikin (ka ça ne)
يَا عِبَادِيَ الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّ أَرْضِي وَاسِعَةٌ فَإِيَّايَ فَاعْبُدُونِ
Gelî ewan bendeyên me yên ku we bawer kirîye! ( Heke hûn nikaribin di bingaha xwe da ji bona min ra perestî bikin) îdî bi rastî zemînê min fıre ye (ji bo ku hûn) ji bona min bi tenê ra perestî bikin (hûn koçê cîhê maî bikin)
كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْتِ ۖ ثُمَّ إِلَيْنَا تُرْجَعُونَ
Hemî candarê, we çeşna mirinê bikin. Paşê wê li bal me da bêne zivirandinê
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُبَوِّئَنَّهُمْ مِنَ الْجَنَّةِ غُرَفًا تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ نِعْمَ أَجْرُ الْعَامِلِينَ
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan di avaîyên bilind ê bihiştê da, ku dibinê wan da çem dikişin bi cîh bikin. Ewanan di wan avaîyan da her dimînin. Kirya xebatkaran çiqa qenc e

Choose other languages: