Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #75 Translated in Kurdish

وَالَّذِينَ كَفَرُوا بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ إِلَّا تَفْعَلُوهُ تَكُنْ فِتْنَةٌ فِي الْأَرْضِ وَفَسَادٌ كَبِيرٌ
Û ewanê bûne file hene! Ewan jî hinekî wan serkarê hinekî wan in (ewan mîratxurên hev in). Heke (hûn ça hatine fermankirinê, wusa arîkarîya hev nekin) we di zemîn da tevdan û ji rêderketinên mezinê çê bin (hêza filanê we pir bibe, hûn Misilmanê be hêz bin)
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَهَاجَرُوا وَجَاهَدُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَالَّذِينَ آوَوْا وَنَصَرُوا أُولَٰئِكَ هُمُ الْمُؤْمِنُونَ حَقًّا ۚ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَرِيمٌ
Û ewanê ku bawer kirine û di rêya Yezdan da (ji welatê xwe) koç kirine û tekoşîn kirine û ewanê (ku koçgeran di mala xwe da) bi cî kirine û arîkarîya wan kirine hene! Evanan in, ku bi rastî bawer kirine. Ji bona van ra baxişandin û xarin ne xweş hene
وَالَّذِينَ آمَنُوا مِنْ بَعْدُ وَهَاجَرُوا وَجَاهَدُوا مَعَكُمْ فَأُولَٰئِكَ مِنْكُمْ ۚ وَأُولُو الْأَرْحَامِ بَعْضُهُمْ أَوْلَىٰ بِبَعْضٍ فِي كِتَابِ اللَّهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Û ewanê ku di paş da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welatê xwe) koç kirine û bi we ra jî (bi neyaran ra) tekoşîn kirine hene! Îdî evan jî ji we ne. (Gelî bawergeran!) Şixwa di pirtûka Yezdan da; ewanê ku ji bona hev ra lêzimin, babettirin ku ji bona hev ra bibne mîratxur û ûrt. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane

Choose other languages: