Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #36 Translated in Kurdish

وَإِذْ قَالُوا اللَّهُمَّ إِنْ كَانَ هَٰذَا هُوَ الْحَقَّ مِنْ عِنْدِكَ فَأَمْطِرْ عَلَيْنَا حِجَارَةً مِنَ السَّمَاءِ أَوِ ائْتِنَا بِعَذَابٍ أَلِيمٍ
Û di gavêkî da jî ewan (ji Xuda lava kirine aha)gotibûne: "Yezdan! Heke bi rastî eva (pirtûka hanê) maf e, bi rastî ji bal te hatîye; îdî tu li ser me da ji ezmanan keviran bibarîne, ya jî tu ji bona me ra şapateke dilsoz bîne
وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيُعَذِّبَهُمْ وَأَنْتَ فِيهِمْ ۚ وَمَا كَانَ اللَّهُ مُعَذِّبَهُمْ وَهُمْ يَسْتَغْفِرُونَ
Û Yezdan bi xweber jî; ji bo ku tu di nava wan da î ewan şapat nake, Yezdan ewan şapat nake, heke ewan ji kirinê xwa poşman bibin
وَمَا لَهُمْ أَلَّا يُعَذِّبَهُمُ اللَّهُ وَهُمْ يَصُدُّونَ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَمَا كَانُوا أَوْلِيَاءَهُ ۚ إِنْ أَوْلِيَاؤُهُ إِلَّا الْمُتَّقُونَ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ
Û îdî (gava tu ji nava wan derketî) ji bo ku Yezdan şapat neke çi maye? Ewan bi ewan bi xweber jî (merivan ji sertêdana) mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram didine para da, ewan qe ji bona wê mizgevtê ra jî serkar ne bûne. Serkarê wê mizgevtê hey xudapariz in. Lê pirên wan bivê (serkaryî) nizanin
وَمَا كَانَ صَلَاتُهُمْ عِنْدَ الْبَيْتِ إِلَّا مُكَاءً وَتَصْدِيَةً ۚ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنْتُمْ تَكْفُرُونَ
Û nimêja wan di mizgevtê da ji pêştirê fitandin û çepik li hev xistinê, tu tişt nîne. Îdî (gelî filan!) ji bo ku hûn fileti dikin; hûn şapartê çeşne (tam) bikin
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا يُنْفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ لِيَصُدُّوا عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ ۚ فَسَيُنْفِقُونَهَا ثُمَّ تَكُونُ عَلَيْهِمْ حَسْرَةً ثُمَّ يُغْلَبُونَ ۗ وَالَّذِينَ كَفَرُوا إِلَىٰ جَهَنَّمَ يُحْشَرُونَ
Bi rastî ewanê ku fîletî dikin hene; ewanan malê xwe didine xwarinê, ji bo ku ewan rêya Yezdan li ber merivan bigirin. Îdî ewanê di nêzîk da jî dîsa ewî malê xwe bidin, paşê wê ewa mal sixurandina wanê ji bona wan ra bibe kovan paşê ewanê sernegûn jî bibin. Û bi rastî ewanê bûne File hene! Ewanê li bal dojê da kom bibin

Choose other languages: