Surah Al-Anbiya Ayahs #9 Translated in Kurdish
بَلْ قَالُوا أَضْغَاثُ أَحْلَامٍ بَلِ افْتَرَاهُ بَلْ هُوَ شَاعِرٌ فَلْيَأْتِنَا بِآيَةٍ كَمَا أُرْسِلَ الْأَوَّلُونَ
Na, (Muhemmed, pêxember nîne, emê çima bibine peyrewê wî? Paşê aha) gotine: "Evan tiştên dibêje jî sêwrandin û xewên rojk in, dibe ku ji ber xwe jî dibêje. Wusa ne xwuzanekî (pir zana ye). Heke aha nîne, de ka bira wekî wan pêemberên berê hatî, ji bona me ra beratên derhoze) bîne
مَا آمَنَتْ قَبْلَهُمْ مِنْ قَرْيَةٍ أَهْلَكْنَاهَا ۖ أَفَهُمْ يُؤْمِنُونَ
Çiqa (rûniştîyên) welatekî, ku me di berya wan da teşqele kiribin, ji ber ewan bawer ne kirine, loma me ewan teşqele kirine, îja evanê bawer bikin
وَمَا أَرْسَلْنَا قَبْلَكَ إِلَّا رِجَالًا نُوحِي إِلَيْهِمْ ۖ فَاسْأَلُوا أَهْلَ الذِّكْرِ إِنْ كُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Me çiqa (pêxember) di berya te da şandine, ewan jî hey mêr bûne; me 1i bal wan da niqandîye. Îdî heke hûn (bi van rastîya) nizanin, hûn ji (xweyî pirtûkan, rastîya wan) bipirsin
وَمَا جَعَلْنَاهُمْ جَسَدًا لَا يَأْكُلُونَ الطَّعَامَ وَمَا كَانُوا خَالِدِينَ
Me ewan (pêxemberan) ne xistine termekî wusa, ku qe xwarinan ne xun. Ewan (pêxemberan di cîhanê da jî) bê mirin nînin
ثُمَّ صَدَقْنَاهُمُ الْوَعْدَ فَأَنْجَيْنَاهُمْ وَمَنْ نَشَاءُ وَأَهْلَكْنَا الْمُسْرِفِينَ
Me paşê, ewan peymana, ku me dabû wan (pêxemberan) rast derxist. Îdî me ewan û bi evînê xwe va felat kirin û ewanê dest bela jî me teşqele kirin
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
