Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anbiya Ayahs #104 Translated in Kurdish

لَهُمْ فِيهَا زَفِيرٌ وَهُمْ فِيهَا لَا يَسْمَعُونَ
Di dojê da ji bona wan ra qarîn û wîqandin heye, ewan (di dojê da ji zoraya şapatê) qe tu dengî nabihên
إِنَّ الَّذِينَ سَبَقَتْ لَهُمْ مِنَّا الْحُسْنَىٰ أُولَٰئِكَ عَنْهَا مُبْعَدُونَ
Lê ewanê, ku ji me ji bona wan ra peymana bi qencîyan hatîye borînê hene! Ewanan ji (dojê) hatine dûrxistinê
لَا يَسْمَعُونَ حَسِيسَهَا ۖ وَهُمْ فِي مَا اشْتَهَتْ أَنْفُسُهُمْ خَالِدُونَ
(Ewanê dûr ê dojê) qe pêjna wê jî nabihên, ewanan di nava (qencîyên) can xwastina xwe da tim dimînin
لَا يَحْزُنُهُمُ الْفَزَعُ الْأَكْبَرُ وَتَتَلَقَّاهُمُ الْمَلَائِكَةُ هَٰذَا يَوْمُكُمُ الَّذِي كُنْتُمْ تُوعَدُونَ
Vecinaqindana mezin jî ewan bi mirûz nake (ji piştîderketina wan ji gorê ji mirûzê xwe nakin, loma nea ewletî daye wan, ewan ji mirinê nasilikin). Di pêşnewazîya wan da firişte derdikebin (ji wan ra dibêjin): “Ewa roya, ku ji we ra hatibû peymandanê hebû! Eva roya ye.”
يَوْمَ نَطْوِي السَّمَاءَ كَطَيِّ السِّجِلِّ لِلْكُتُبِ ۚ كَمَا بَدَأْنَا أَوَّلَ خَلْقٍ نُعِيدُهُ ۚ وَعْدًا عَلَيْنَا ۚ إِنَّا كُنَّا فَاعِلِينَ
Di wê royê da em ezmanan wekî pêçandina defteran dipêçin. Ça di cara yekem da me ewan afirandibûn, emê dîsa ewan wusa tune bikin. Eva kirina hanê peymaneke li ser me bi vê nevê bûye, emê evê bikin jî

Choose other languages: