Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #132 Translated in Kurdish

لَيْسَ لَكَ مِنَ الْأَمْرِ شَيْءٌ أَوْ يَتُوبَ عَلَيْهِمْ أَوْ يُعَذِّبَهُمْ فَإِنَّهُمْ ظَالِمُونَ
Heke Yezdan ewan şapat bike, ya jî poşmanîya wan ji kirina wan litê bike, ji bona te ra (di vê bûyerê da) tu pişk tune ye. Bi rastî îdî ewan cewrkar in
وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Hemûşk tiştên di ezman û zemîn da heyî ji bona Yezdan ra nin. Yezdan kîjanî bivê ewî dibaxişîne û (ji bona kî ra jî şapatê bivê) ewî şapat dike. Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَأْكُلُوا الرِّبَا أَضْعَافًا مُضَاعَفَةً ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
Gelî ewanê bawer kirine! Hûn (malê hev di nava hev da) bi serdapayî (ribatî) bi peyweste nexun. (Hûn serdapatî bi peywestî nexun, bi vî awayî îdî ji yekê, ya jî di cara yekem da heya care bê paşî hemûşk nexun). Û hûn yezdanparisî bikin bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin
وَاتَّقُوا النَّارَ الَّتِي أُعِدَّتْ لِلْكَافِرِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amadekirinê biparisîninin
وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَالرَّسُولَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ
Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxember bikin, bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovîn kirinê

Choose other languages: