Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #115 Translated in Kurdish

لَنْ يَضُرُّوكُمْ إِلَّا أَذًى ۖ وَإِنْ يُقَاتِلُوكُمْ يُوَلُّوكُمُ الْأَدْبَارَ ثُمَّ لَا يُنْصَرُونَ
Ewan ji pêştirê cefadanê tu zîyanê nadine we. Heke ewan bi we ra qirîn bikin jî dîsa pişta xwa didine we, para da direvin. Paşê ewan nayêne arîkarkirinê jî
ضُرِبَتْ عَلَيْهِمُ الذِّلَّةُ أَيْنَ مَا ثُقِفُوا إِلَّا بِحَبْلٍ مِنَ اللَّهِ وَحَبْلٍ مِنَ النَّاسِ وَبَاءُوا بِغَضَبٍ مِنَ اللَّهِ وَضُرِبَتْ عَلَيْهِمُ الْمَسْكَنَةُ ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ كَانُوا يَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَيَقْتُلُونَ الْأَنْبِيَاءَ بِغَيْرِ حَقٍّ ۚ ذَٰلِكَ بِمَا عَصَوْا وَكَانُوا يَعْتَدُونَ
Ewan li ku dibin bira bibin hey li ser wanan riswatî û pintîtî hatîye vegirtinê. Ji xêncî heke ewan xwe bi kapê (dîn) Yezdan bigirin û ewletîya ji kesan (bi dana, bac û bi sixwurandina malê xwe di rêya Yezdan da ji bona hewcan ra) hildin û ewan bi rastî babetê xeşma Yezdan bûne, ku li ser wan riswatî û pintîtî hatiye vegirtinê. Evan şapatan bi sedema ku ewanan bi beratên Yezdan bûne file û bi sedema ku ewanan bê mafî pêxember dikuştin, bi wan da hatîye. Evan şapatan bi sedema gunahkarêya wan bi wan da hatîye. Û ewan şixwa ji tuxûbê xwe diborî bûne
لَيْسُوا سَوَاءً ۗ مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ أُمَّةٌ قَائِمَةٌ يَتْلُونَ آيَاتِ اللَّهِ آنَاءَ اللَّيْلِ وَهُمْ يَسْجُدُونَ
Ewan (xweyê pirtûkan hemûşk) wek hev nînin; ji wanan hinek hene, ku di şevê da radibin (perestîya Yezdan dikin) bi kundetî beratên Yezdan dixûnin (hew dikin)
يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَيَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَيُسَارِعُونَ فِي الْخَيْرَاتِ وَأُولَٰئِكَ مِنَ الصَّالِحِينَ
Ewanan bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin û ewanan fermana (kesan) bi qencîyan û (xwe parisdana wan) ji sikatîyan dikin. Ewanan ji bona kirina qencîyan lez dikin û şixwa ewane bi van salixan in, ku bûne ji aştîkaran
وَمَا يَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ فَلَنْ يُكْفَرُوهُ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِالْمُتَّقِينَ
Û ewan ji qencîyan çi bikin bi rastî îdî ewan ji wê qencîyê bê par nabin. Yezdan bi xweber jî bi rastî bi parisvanan dizane

Choose other languages: