Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #45 Translated in Kurdish

وَقَالَ ارْكَبُوا فِيهَا بِسْمِ اللَّهِ مَجْرَاهَا وَمُرْسَاهَا ۚ إِنَّ رَبِّي لَغَفُورٌ رَحِيمٌ
Nûh (ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "(Koma min!) hûn di hemû kişandin û şandina kelekê da bi nevê Yezdan li kelekê sîyar bin. Bi rastî Xudayê min baxişgerê dilovî ne (qe ne tirsin)
وَهِيَ تَجْرِي بِهِمْ فِي مَوْجٍ كَالْجِبَالِ وَنَادَىٰ نُوحٌ ابْنَهُ وَكَانَ فِي مَعْزِلٍ يَا بُنَيَّ ارْكَبْ مَعَنَا وَلَا تَكُنْ مَعَ الْكَافِرِينَ
Kelek bi wan va di nava wan pêlê avê ne, ku wekî çîyan dihatin; dikişîya diçû. Nûh (ji bona wî kûrê xwe yê) ku dest jê hatibû berdanê (di nava komal da mabûye, aha) gazî kirîye: "Kurê min! Tu jî bi me ra li kelekê sîyar be û tu bi filan ra nemînî
قَالَ سَآوِي إِلَىٰ جَبَلٍ يَعْصِمُنِي مِنَ الْمَاءِ ۚ قَالَ لَا عَاصِمَ الْيَوْمَ مِنْ أَمْرِ اللَّهِ إِلَّا مَنْ رَحِمَ ۚ وَحَالَ بَيْنَهُمَا الْمَوْجُ فَكَانَ مِنَ الْمُغْرَقِينَ
Kurê wî (di bersiva wî da aha) gotîye: "Di nêzik da ezê xwe bavêjime çîyakî, ewa çîyayê wê min ji avê biparisîne." (Nûh jî ji bona wî ra aha) gotîye: “Di îro da ji pêştirê wanê, ku Yezdan li wan dilovanî kirîye, qe tu kes ji şapata Yezdan nayê parisandinê." (Bi vî awayî îdî) Pêlê avê kete nava wan da (kuruk jî) bûye ji wanê di avê da fetisî
وَقِيلَ يَا أَرْضُ ابْلَعِي مَاءَكِ وَيَا سَمَاءُ أَقْلِعِي وَغِيضَ الْمَاءُ وَقُضِيَ الْأَمْرُ وَاسْتَوَتْ عَلَى الْجُودِيِّ ۖ وَقِيلَ بُعْدًا لِلْقَوْمِ الظَّالِمِينَ
Û ji bona zemîn û ezmanan ra (aha hatîye) gotinê: "Zemîn! Tu ava xwe biqurçîne û ezman! Tu jî ava xwe rake." Îdî av mirçîqî û fermana (Yezdan jî hate şûna xwe û kelek jî gihîjte li ser (çîya) ê Cûdî maye. (Paşê aha hatîye) gotinê: "Dûr (dilovanîya Yezdan) ji bona wî komalê cewrkar e
وَنَادَىٰ نُوحٌ رَبَّهُ فَقَالَ رَبِّ إِنَّ ابْنِي مِنْ أَهْلِي وَإِنَّ وَعْدَكَ الْحَقُّ وَأَنْتَ أَحْكَمُ الْحَاكِمِينَ
Nûh (aha bi lavayî) gazî Xudayê xwe kirîye û gotîye: "Xudayê min! Bi rastî peymana te ye, ku te (bi ferestîya malîyên min dabû) bi mafî rast e (ka ça dibe?) kurê min jî ji malîyên min bû. Û tu bi xweber jî (bi dadvanî) berewantirê berewanan î

Choose other languages: