Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #123 Translated in Kurdish

وَكُلًّا نَقُصُّ عَلَيْكَ مِنْ أَنْبَاءِ الرُّسُلِ مَا نُثَبِّتُ بِهِ فُؤَادَكَ ۚ وَجَاءَكَ فِي هَٰذِهِ الْحَقُّ وَمَوْعِظَةٌ وَذِكْرَىٰ لِلْمُؤْمِنِينَ
Ji bona ku em dilê te bidine hewkirinê, em ewan hemû serdaborîyên wan pêxemberên borî ji bona te ra dixûnin (ji bona ku tu ji komalê xwe, gava cewr û cefan bibînî dilê te jî hew bike firşkê te fire be). Di van da ji bona te ra maf û ji bona bawergeran jî şîret û bîrxistineke mezin heye
وَقُلْ لِلَّذِينَ لَا يُؤْمِنُونَ اعْمَلُوا عَلَىٰ مَكَانَتِكُمْ إِنَّا عَامِلُونَ
(Muhemmed!) Tu ji bona wanê ku bawer nakin (aha) bêje: "Hûn li ser armanca xwe çi dikin bikin, bi rastî em jî wekî armanca xwe dikin
وَانْتَظِرُوا إِنَّا مُنْتَظِرُونَ
Û hûn hêvîya (xelat û celatan, ji bona xwe ra bikin) bi rastî em jî hêvîdarin
وَلِلَّهِ غَيْبُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَإِلَيْهِ يُرْجَعُ الْأَمْرُ كُلُّهُ فَاعْبُدْهُ وَتَوَكَّلْ عَلَيْهِ ۚ وَمَا رَبُّكَ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Û çi ne xûyayên di ezman û zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra nin û hemûşk bûyer hey li bal wî da dizivirin, îdî (Muhemmed!) tu hey ji bona wî ra perestî bike û tu hey xwe hispêre wî. Bi rastî Xudayê te ji kirinê we bê goman nîne

Choose other languages: