Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #104 Translated in Kurdish

ذَٰلِكَ مِنْ أَنْبَاءِ الْقُرَىٰ نَقُصُّهُ عَلَيْكَ ۖ مِنْهَا قَائِمٌ وَحَصِيدٌ
(Muhemmed!) Ewa mijûlîya serdaborya wan (gundîyên) ku hinek ji wan hêj şopa wan heye, hinek ji wan jî qe şopa wan ne maye (dêriz bûne) heye! Eva bûyera ku em ji te ra dipeyîvin bi xweber e
وَمَا ظَلَمْنَاهُمْ وَلَٰكِنْ ظَلَمُوا أَنْفُسَهُمْ ۖ فَمَا أَغْنَتْ عَنْهُمْ آلِهَتُهُمُ الَّتِي يَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ شَيْءٍ لَمَّا جَاءَ أَمْرُ رَبِّكَ ۖ وَمَا زَادُوهُمْ غَيْرَ تَتْبِيبٍ
Û me li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine, îdî gava fermana Xuda yê te (bi şapatdana wan hatîye) ewan perestvanên, ku ewan ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin hene! Qe bi tu tiştî ewanan ji şapata Yezdan nedane paradanê (parisvanîya wanan ne kirine). Ewan (perestvanên wan) ji bona wan ra hey teşqela wan pir kirîye
وَكَذَٰلِكَ أَخْذُ رَبِّكَ إِذَا أَخَذَ الْقُرَىٰ وَهِيَ ظَالِمَةٌ ۚ إِنَّ أَخْذَهُ أَلِيمٌ شَدِيدٌ
Xudayê te gava merivên wan welatên cewrkar bigire, aha digire! Bi rastî girtina Xuda zor dilsoz e
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِمَنْ خَافَ عَذَابَ الْآخِرَةِ ۚ ذَٰلِكَ يَوْمٌ مَجْمُوعٌ لَهُ النَّاسُ وَذَٰلِكَ يَوْمٌ مَشْهُودٌ
Bi rastî di van serdaborîyên (wan welatên ku hatine teşqelekirinê hene!) ji bona wan kesên, ku şapata para da ditirsin, berateyên mezin hene (ji bo ku ewan ji wan beratan hiş hildin). Eva royeke wusa ne, ku hemû meriv ji bona wê dicivin û ewa royeke (ku hemû heyînên ezman û zemîn) di wê roye da xûya ne
وَمَا نُؤَخِّرُهُ إِلَّا لِأَجَلٍ مَعْدُودٍ
Û em ewê (royî) hey ji bona wî dane hijmarî para da dihelin

Choose other languages: