Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #14 Translated in Kurdish

لَا يَرْقُبُونَ فِي مُؤْمِنٍ إِلًّا وَلَا ذِمَّةً ۚ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُعْتَدُونَ
Ewan (filan) di nava bawergeran da qe li tu kesekî pisman û li tu sond û peymanekî mêze ne dikirin. Şixwa ewanê ku ji tuxûbê xwe borîne; (qe li tu tiştî mêze nakin) evan bi xweber in
فَإِنْ تَابُوا وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَآتَوُا الزَّكَاةَ فَإِخْوَانُكُمْ فِي الدِّينِ ۗ وَنُفَصِّلُ الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ
Îdî heke evan (filan ji wan kirinên xwe) poşman bûn; nimêja xwe kirin û baca xwe dan, ewan di olê da îdî birayên we ne. Em (evan) beratan ji bona wî komalê ku dizanin vedikin
وَإِنْ نَكَثُوا أَيْمَانَهُمْ مِنْ بَعْدِ عَهْدِهِمْ وَطَعَنُوا فِي دِينِكُمْ فَقَاتِلُوا أَئِمَّةَ الْكُفْرِ ۙ إِنَّهُمْ لَا أَيْمَانَ لَهُمْ لَعَلَّهُمْ يَنْتَهُونَ
Û heke ewan (filan) ji piştî peymana xwe, sonda xwe şikênandin û ewan ziman xwe dirêjî ola we kirin (bi we tinaz kirin) îdî hûn jî (gelî bawergeran!) bi wan pêşrewanê wanên ku di filetîyê da pêşrewanî dikin ra qirîn bikin, bi rastî ji bona wan ra tu sond tune ye. (Bi vî awayî) dibe ku ewan (filan) ji wan kirinê xwe, xwe bidine paş da
أَلَا تُقَاتِلُونَ قَوْمًا نَكَثُوا أَيْمَانَهُمْ وَهَمُّوا بِإِخْرَاجِ الرَّسُولِ وَهُمْ بَدَءُوكُمْ أَوَّلَ مَرَّةٍ ۚ أَتَخْشَوْنَهُمْ ۚ فَاللَّهُ أَحَقُّ أَنْ تَخْشَوْهُ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Qey hûn (gelî bawergeran!) bi wî komalê ku ewan sonda xwe şikênandine û ewan ji bona ku Pêxember (ji bajarê Mekkê) derxin, biryar hildane (evan kirinên hanênan) di cara yekem da jî ewan bi xweber dest avêtibûne xebata wan kiribûne, qirînê nakin? Qey hûn (gelî bawergeran!) ji wî (komalê) ditirsin? Heke hûn bi rastî bi Yezdan bawer dikin, îdî babettir e ku hûn ji Yezdan bitirsin
قَاتِلُوهُمْ يُعَذِّبْهُمُ اللَّهُ بِأَيْدِيكُمْ وَيُخْزِهِمْ وَيَنْصُرْكُمْ عَلَيْهِمْ وَيَشْفِ صُدُورَ قَوْمٍ مُؤْمِنِينَ
Hûn (gelî bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi destê we şapat bike û ji bona ku ewan sernegûn bike û arîkarêya we bike; ku hûn li ser wan da servahatî bibin, ji bo ku dilê (we) komalê bawerger bi vî awayî mêfa (şifa) bibe, bi wan (filan ra) qirînê bikin

Choose other languages: