Quran Apps in many lanuages:

Surah Ash-Shu'ara Ayahs #156 Translated in Kurdish

الَّذِينَ يُفْسِدُونَ فِي الْأَرْضِ وَلَا يُصْلِحُونَ
Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in
قَالُوا إِنَّمَا أَنْتَ مِنَ الْمُسَحَّرِينَ
Ewanan (bersiva Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î
مَا أَنْتَ إِلَّا بَشَرٌ مِثْلُنَا فَأْتِ بِآيَةٍ إِنْ كُنْتَ مِنَ الصَّادِقِينَ
Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne
قَالَ هَٰذِهِ نَاقَةٌ لَهَا شِرْبٌ وَلَكُمْ شِرْبُ يَوْمٍ مَعْلُومٍ
(Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (berateke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne
وَلَا تَمَسُّوهَا بِسُوءٍ فَيَأْخُذَكُمْ عَذَابُ يَوْمٍ عَظِيمٍ
Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (Heke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire

Choose other languages: