Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #30 Translated in Kurdish

وَلَهُ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ كُلٌّ لَهُ قَانِتُونَ
Çi kesên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Hemî jî ji bona wî ra sitûxar in
وَهُوَ الَّذِي يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ وَهُوَ أَهْوَنُ عَلَيْهِ ۚ وَلَهُ الْمَثَلُ الْأَعْلَىٰ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Ewê di cara yekem da heyî afirandine heye! Ewa (Yezdan) bi xweber e paşê ewa ewê (afirandina xwe) difetilîne hêj nû da diafirîne. Ewa (nû afirandin) ji (afirandina cara yekem da) li ser wî hêsantir e. Di ezman û zemîn da salixê bilind hey ji bona wî ra ne. Şixwa servahatê bijejkê ewa bi xweber e
ضَرَبَ لَكُمْ مَثَلًا مِنْ أَنْفُسِكُمْ ۖ هَلْ لَكُمْ مِنْ مَا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ مِنْ شُرَكَاءَ فِي مَا رَزَقْنَاكُمْ فَأَنْتُمْ فِيهِ سَوَاءٌ تَخَافُونَهُمْ كَخِيفَتِكُمْ أَنْفُسَكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ نُفَصِّلُ الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Ji bona we ra, ji we bi xweber jî hecwekîyek heye (di wî da jî beratên jîn û şîna hebûna Yezdan he ne). Ka (mêze bikin) gava ji bona we ra bendekî binê destê we da hebe; ewa benda bi xweber jî di rojîna we da hempar be (ça jî hûn hemî di rojînan da) wekî hev hempar in, hûn ji tirsa (yek bi mafê yekê maî ra) nêzîk nabe (heryek ji hev ra rûmetdar in). Şixwa ji têkilîya mafê hev, hûn wekî (pûçbûna) mafê xwe ditirsîyan (hûn ewan ji xwa ra naxine hempar, ça hûn bendeyên min ji bona min ra dixne hevrî û hempar?) bi vî awayî em ji bona komalên ku hişê xwe dixebîtînin, beratan ji hev derdixin
بَلِ اتَّبَعَ الَّذِينَ ظَلَمُوا أَهْوَاءَهُمْ بِغَيْرِ عِلْمٍ ۖ فَمَنْ يَهْدِي مَنْ أَضَلَّ اللَّهُ ۖ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Na (wekî kirina wan) nîne, 1ê ewanê cewr kirine hene! Bê zanîn bûne peyrewê hewasa xwe. Gelo ewê ku Yezdan ji rêya rast derxistibe, kesek dikare beledîya wî bike? Ji bona vanê bi van salixan hatine salixkirinê, qe tu arîkar jî tune ne
فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ حَنِيفًا ۚ فِطْرَتَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا ۚ لَا تَبْدِيلَ لِخَلْقِ اللَّهِ ۚ ذَٰلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ
(Muhemmed!) Tu îdî berê xwe li bal wê ola rast da bide. Ewa (ola) afirandina Yezdan e, ku meriv li ser wê olê afirandine. Ji bona afirandina Yezdan qe tu guhurandin tune ye, ola rast eva ye. Lê pirên kesan pê nizanin

Choose other languages: