Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #13 Translated in Kurdish

أَوَلَمْ يَسِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَيَنْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَانُوا أَشَدَّ مِنْهُمْ قُوَّةً وَأَثَارُوا الْأَرْضَ وَعَمَرُوهَا أَكْثَرَ مِمَّا عَمَرُوهَا وَجَاءَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ ۖ فَمَا كَانَ اللَّهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Ma qey ewan di zemîn da nagerin, ku mêze bikin ka encama wanê berya wan da borî ça bûye? (Ewanê berya wan da hebûne) hêj ji wanê naha bi hêztir bûne. Loma ewan di zemîn da (cuhê avan û karxaneyên madenan bi vekirî ava kirine û zevî çandine û dar çikandine) û xênîyî ji van çêtir ava kiribûne. Saîyên wan jî bi beratên hizwartî va hatibûne bal wan (ewan jî wekî wê bi gotina wan saîyan ne dikiribûne. Yezdan ji bona wan ra şapat daye). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
ثُمَّ كَانَ عَاقِبَةَ الَّذِينَ أَسَاءُوا السُّوأَىٰ أَنْ كَذَّبُوا بِآيَاتِ اللَّهِ وَكَانُوا بِهَا يَسْتَهْزِئُونَ
Paşê ewanê sîkatî kirine hene! Bi sedema ku ewan beratên Yezdan dida- ne derewdêrandinê û bi wan beratan tinaz dikiribûne, şûna wan sikê şûnan e
اللَّهُ يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ثُمَّ إِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Di cara yekem da Yezdan afirandin çê kirîye, paşê (ji piştî mirinê Yezdan) ewan radike, paşê hûnê li bal wî da bêne fetilandinê
وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ يُبْلِسُ الْمُجْرِمُونَ
Di roya, ku hemî radibin; gonehkar bê deng şûna xwe da dimînin
وَلَمْ يَكُنْ لَهُمْ مِنْ شُرَكَائِهِمْ شُفَعَاءُ وَكَانُوا بِشُرَكَائِهِمْ كَافِرِينَ
Ji bona wan (gonehkaran) ji wan hevrîyên, ku ewan (ji bona Yezdan ra çê dikin) qe tu mehderî çênabe. Ewan (di wê gavê da) bi wan hevrîyan dibine file

Choose other languages: