Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rad Ayahs #43 Translated in Kurdish

يَمْحُو اللَّهُ مَا يَشَاءُ وَيُثْبِتُ ۖ وَعِنْدَهُ أُمُّ الْكِتَابِ
(Ku ewa bûyera di wî danî da tê û di wî danî da diçe). Yezdan bi vîna xwe, tişta ku bivê (di wan dana da) diheşîvîne û tişta bi mayîna wan bivê (ewan jî heya danê wan dihîle), Dayîka wan şixwa li bal Yezdan e: (di gewdê hemî heyan da genê pîvandayî hene. Yezdan ji wan genan kîjane pîr bûye, ya jî danê mirina wî hatîye, ewî di wî danî da dimirîne paşê hinek genên jîndarî, di şûna wan genên mirî da bi cîh dike. Her wusa ewan heya danê para da bi pîvayî tên û diçin. Lê dayîka wan genan di şûna xwe da dimîne)
وَإِنْ مَا نُرِيَنَّكَ بَعْضَ الَّذِي نَعِدُهُمْ أَوْ نَتَوَفَّيَنَّكَ فَإِنَّمَا عَلَيْكَ الْبَلَاغُ وَعَلَيْنَا الْحِسَابُ
Heke em hinekî ji wê şapata ku me ji wan ra peyman daye (ji ber ku ewan bi te bawer nakin, bi wan da bînin); bi te bidine dîtinê, ya jî hêj te ewa şapata nedîtibe, em canê te bistînin, qe tu kovan tune ye, li ser te hey (eva heye), "Gelo te ewan biryarên me, ji wan ra gotîye ya ne gotîye?” Hijmara (xelat û celata wan jî) li ser me ye
أَوَلَمْ يَرَوْا أَنَّا نَأْتِي الْأَرْضَ نَنْقُصُهَا مِنْ أَطْرَافِهَا ۚ وَاللَّهُ يَحْكُمُ لَا مُعَقِّبَ لِحُكْمِهِ ۚ وَهُوَ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Ma qey ewan nabînin, ku em zemîn tînin; li doranê wî em kêm dikin (ava ya em kavil dikin, ciwanan em kal dikin, dimirînin, zemînê wan ji destê wan derdixin, dixine destê hinekê mayî). Yezdan (bi van biryaran) berewanî dike. Tu kesê bikebe pey fermanê Yezdan bide para tune ye. Ewa zû hijmarê (van biryaran e)
وَقَدْ مَكَرَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ فَلِلَّهِ الْمَكْرُ جَمِيعًا ۖ يَعْلَمُ مَا تَكْسِبُ كُلُّ نَفْسٍ ۗ وَسَيَعْلَمُ الْكُفَّارُ لِمَنْ عُقْبَى الدَّارِ
Bi sond! Ewan (fileyên) di berya wan da jî endeze kirine (ku pêxemberên xwe, bixapînin). Lê hemî endeze (di zanîna) Yezdan da nin. Can çi ked bike ew bi wî dizane. Wê fileyî jî bizanin ka dawya vê cîhanê ji bo kî re ne
وَيَقُولُ الَّذِينَ كَفَرُوا لَسْتَ مُرْسَلًا ۚ قُلْ كَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا بَيْنِي وَبَيْنَكُمْ وَمَنْ عِنْدَهُ عِلْمُ الْكِتَابِ
Ewanê bûne file hene! (Muhemmed! Ji te ra) dibêjin: "Bi rastî tu (ji bal Yezdan da li bal me da bi pêxemberî) ne hatî şandıne." (Tu ji wan ra) bêje: "Di nîveka min û we da bi nêhrewanî (şahid) Yezdan û ewê zanîna pirtûkê li bal heye, bes e

Choose other languages: