Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #80 Translated in Kurdish

الَّذِينَ آمَنُوا يُقَاتِلُونَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ۖ وَالَّذِينَ كَفَرُوا يُقَاتِلُونَ فِي سَبِيلِ الطَّاغُوتِ فَقَاتِلُوا أَوْلِيَاءَ الشَّيْطَانِ ۖ إِنَّ كَيْدَ الشَّيْطَانِ كَانَ ضَعِيفًا
Ewanê bawer kirine hene! Ewanan di rêya Yezdan da qirînê dikin û ewanê bûne file jî; ewanan di rêya palîd da qirînê dikin. Îdî (gelî bawergeran!) hûn bi serkarên pelîd ra qirînê bikin. Bi rastî xaxê pelîd bê hêz bûye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ قِيلَ لَهُمْ كُفُّوا أَيْدِيَكُمْ وَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ فَلَمَّا كُتِبَ عَلَيْهِمُ الْقِتَالُ إِذَا فَرِيقٌ مِنْهُمْ يَخْشَوْنَ النَّاسَ كَخَشْيَةِ اللَّهِ أَوْ أَشَدَّ خَشْيَةً ۚ وَقَالُوا رَبَّنَا لِمَ كَتَبْتَ عَلَيْنَا الْقِتَالَ لَوْلَا أَخَّرْتَنَا إِلَىٰ أَجَلٍ قَرِيبٍ ۗ قُلْ مَتَاعُ الدُّنْيَا قَلِيلٌ وَالْآخِرَةُ خَيْرٌ لِمَنِ اتَّقَىٰ وَلَا تُظْلَمُونَ فَتِيلًا
Ma qey te ewanê, ku ji wan ra hatîye gotine: “Hûn destê xwe (ji qirînê) bidin para û hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin” (bi vî ra jî dîsa ewan dest ji qirînê bernedidan) nedîtine? Îdî di gava qirîn li ser wan bi nivîsarî bi vê nevê bûye di wê gavê da destekî ji wan, ku ewa desta wekî tirsa ji Yezdan, ji merivan ditirsîyan û hêj ji merivan pirtir ditirsîyan, aha gotine: “Xudayê me! Te ji bona çi qirîn li ser me bi vê nevê nivîsîye? Ma qey çi dibû ku te can sitandina me heya gaveke nêzîk para bida?” (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: “Jîna berxudarya cihanî hindik e û (Jîna berxudarya) di gav û danê para da, ji bona xudaparisan çêtir e. Li wan wekî takî dendikê jî nayê cewrkirinê.”
أَيْنَمَا تَكُونُوا يُدْرِكْكُمُ الْمَوْتُ وَلَوْ كُنْتُمْ فِي بُرُوجٍ مُشَيَّدَةٍ ۗ وَإِنْ تُصِبْهُمْ حَسَنَةٌ يَقُولُوا هَٰذِهِ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ ۖ وَإِنْ تُصِبْهُمْ سَيِّئَةٌ يَقُولُوا هَٰذِهِ مِنْ عِنْدِكَ ۚ قُلْ كُلٌّ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ ۖ فَمَالِ هَٰؤُلَاءِ الْقَوْمِ لَا يَكَادُونَ يَفْقَهُونَ حَدِيثًا
Hûn li kur dibin bibin, heke hûn di bedenên girtî da bin jî, wê hey mirinê bigihîje we û heke qencîyek bi wan da hatibe, ewan dibêjin: “Eva qencîya ji Yezdan e.” Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan dibêjin: “Eva sikatîya ji bal te (ji bê awîkîya te ye) bi me da hatîye.” (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: “Hemûşk jî (qencî û sikatî) ji bal Yezdan in.” Îdî gelo ji bona vî komalî ra çi bûye, ku navên şîretan bibêhên
مَا أَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللَّهِ ۖ وَمَا أَصَابَكَ مِنْ سَيِّئَةٍ فَمِنْ نَفْسِكَ ۚ وَأَرْسَلْنَاكَ لِلنَّاسِ رَسُولًا ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا
Çi tişta ji qencîyan bi te da were, ewa (qencîya) ji Yezdan e û çi tişt ji sikatîyan bi serê te da hatibe, îdî ewa (bi sedema gunehên te kirî) bi te da hatîye. Û ji bona, ku me (Muhemmed!) tu bi pêxemberî ji bona kesan ra şandiyî, Yezdan besê şahîdîyî ye
مَنْ يُطِعِ الرَّسُولَ فَقَدْ أَطَاعَ اللَّهَ ۖ وَمَنْ تَوَلَّىٰ فَمَا أَرْسَلْنَاكَ عَلَيْهِمْ حَفِيظًا
Kîjan bi gotina pêxember bike, îdî (bira ewa bizane) ku ewî bi gotina Yezdan jî kirîye û kîjan ji pêxember rû bifetilîne, îdî (bira ewa jî bizane!) ku me (Muhemmed!) te li ser wan da parisvan ne şandîyî

Choose other languages: