Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #10 Translated in Kurdish

5:6
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قُمْتُمْ إِلَى الصَّلَاةِ فَاغْسِلُوا وُجُوهَكُمْ وَأَيْدِيَكُمْ إِلَى الْمَرَافِقِ وَامْسَحُوا بِرُءُوسِكُمْ وَأَرْجُلَكُمْ إِلَى الْكَعْبَيْنِ ۚ وَإِنْ كُنْتُمْ جُنُبًا فَاطَّهَّرُوا ۚ وَإِنْ كُنْتُمْ مَرْضَىٰ أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ أَوْ جَاءَ أَحَدٌ مِنْكُمْ مِنَ الْغَائِطِ أَوْ لَامَسْتُمُ النِّسَاءَ فَلَمْ تَجِدُوا مَاءً فَتَيَمَّمُوا صَعِيدًا طَيِّبًا فَامْسَحُوا بِوُجُوهِكُمْ وَأَيْدِيكُمْ مِنْهُ ۚ مَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيَجْعَلَ عَلَيْكُمْ مِنْ حَرَجٍ وَلَٰكِنْ يُرِيدُ لِيُطَهِّرَكُمْ وَلِيُتِمَّ نِعْمَتَهُ عَلَيْكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn bivên rabin nimêj bikin, îdî hûn rûyê xwe û destê xwe jî heya enîşkan bişon û hûn serê xwe mes bikin û pê xwe jî heya gûzekan. (Paşê nimêja xwe bikin). Û heke hûn ser ne pak bin, îdî hûn xwe bişon û paqij bikin. Û heke hûn nexweş bin ya jî hûn li ser rê bin, ya jî yek ji we ji qendegehê hatibe, ya jî we dest dabe jinan îdî hûn rastê avê jî ne hatibin, hûn bi xwelîyeke paqije temîz îdî teyemmum bikin (destnimêja bi xwelyê bigirin). Hûn biwê xwelyê destê xwe û rûyê xwe mes bikin. Yezdan navê ku ji bona we ra zoratîyê çêke, lê Yezdan divê ku we paqij bike û Yezdan devê ku qencên xwe ne li ser we hene, bê kêmayî pêk bîne. Dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin
5:7
وَاذْكُرُوا نِعْمَةَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَمِيثَاقَهُ الَّذِي وَاثَقَكُمْ بِهِ إِذْ قُلْتُمْ سَمِعْنَا وَأَطَعْنَا ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Û hûn (gelî bawergeran!) ewan qencên Yezdan e ku li ser we hene û hûn ewê peymana ku we dabûye wî, di wê gava ku we gotibûye: “Me biryarên (te) bihîst û me bi gotina wan kirîye.” Hûn bi wê peymanê jî hatibûne girêdanê, bîra xwe bînin. Û hûn yezdanparizî bikin. (Hûn bizanin!) Bi rastî Yezdan bi wan tiştên veşartîyê di singa da heyî dizane
5:8
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُونُوا قَوَّامِينَ لِلَّهِ شُهَدَاءَ بِالْقِسْطِ ۖ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ عَلَىٰ أَلَّا تَعْدِلُوا ۚ اعْدِلُوا هُوَ أَقْرَبُ لِلتَّقْوَىٰ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bo ku dadî li pîya bimîne, hûn ji bona Yezdan ra, bibin şahidê bi hêz. Bira kirina wî komalê, ku di hemberê we da neyartî kirine, ji bo ku hûn di hemberê wan da dadvanî nekin, we nede helan danê, ku hûn dadvanî nekin. Hûn dadvanî bikin, loma dadvanî ji parizîyê ra nêzîktir e. Û hûn yezdanparizî bikin. Bi rastî Yezdan bi wan tiştên ku hûn dikin, dizane
5:9
وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ ۙ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَأَجْرٌ عَظِيمٌ
Yezdan ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine, peyman daye ku ji bona wan ra baxişandin û kirêke mezin heye
وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ
Û ewanê ku bûne file û ewanê bi beratên me derew kirine, hene! Hevrînê dojê evan in

Choose other languages: