Surah Al-Maeda Ayahs #55 Translated in Kurdish
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارَىٰ أَوْلِيَاءَ ۘ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ مِنْكُمْ فَإِنَّهُ مِنْهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn, cihû û mexînan ji xwe ra nexine serkar. Ewan bi xweber, hinekên wan serkarê hinekê wan in. Û kîjan ji we, ku ewan ji xwe ra bixe serkar, îdî ewa jî bi rastî ji wan (cihû û mexînan) e. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast
فَتَرَى الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ يُسَارِعُونَ فِيهِمْ يَقُولُونَ نَخْشَىٰ أَنْ تُصِيبَنَا دَائِرَةٌ ۚ فَعَسَى اللَّهُ أَنْ يَأْتِيَ بِالْفَتْحِ أَوْ أَمْرٍ مِنْ عِنْدِهِ فَيُصْبِحُوا عَلَىٰ مَا أَسَرُّوا فِي أَنْفُسِهِمْ نَادِمِينَ
Îdî tuyî ewanê ku di dilê wan da nexwaşî heye bibînî, ku ewan di nava (cihû û mexînan da) direvin (diçine bal wan). gava ji wan ra tê gotinê: “Hûn ji bona çi direvine bal wan filan” Ewan (aha) gotine: “Em ditirsin ku royekî rewşa bawergeran welgere, evan filan me hildine nava xwe, me biherçiqînin.” Îdî dibe ku Yezdan (ji bona bawergeran ra) ferestîyekî bîne, ya jî li bal xwe da fermanekî bîne, ji bo ku ewan li ser we tişta ku di zikê xwe da vedişartin, poşman bibin
وَيَقُولُ الَّذِينَ آمَنُوا أَهَٰؤُلَاءِ الَّذِينَ أَقْسَمُوا بِاللَّهِ جَهْدَ أَيْمَانِهِمْ ۙ إِنَّهُمْ لَمَعَكُمْ ۚ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فَأَصْبَحُوا خَاسِرِينَ
Û ewanê bawer kirine (ji hev ra aha) dibejin: “Ewanê ku bi Yezdan, bi hêz sond dixwerin (digotin): “em bi we ra nin”, qey evan in?” Kirinê wan şewitîne. Îdî ewan zîyan kirine
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا مَنْ يَرْتَدَّ مِنْكُمْ عَنْ دِينِهِ فَسَوْفَ يَأْتِي اللَّهُ بِقَوْمٍ يُحِبُّهُمْ وَيُحِبُّونَهُ أَذِلَّةٍ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ أَعِزَّةٍ عَلَى الْكَافِرِينَ يُجَاهِدُونَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَلَا يَخَافُونَ لَوْمَةَ لَائِمٍ ۚ ذَٰلِكَ فَضْلُ اللَّهِ يُؤْتِيهِ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Kîjan ji we, ji ola xwe ye islamê derkebe, bira ewa (bizane!) bi rasrî Yezdanê komalekî wusa di nêzîk da bîne; (Yezdan) ji wan hez dike, ewan jî ewî hez dikin. (Ewa komala) di hemberê bawergeran da melûl in û di hembere filan da jî pozbilindê serfiraz in (wê ewa komalê dîsa we bizivirîne li bal ola we ye misilmantîyê. Ewan qe ji tu sîtemên sîtemkaran natirsin. (Loma) di rêya Yezdan da tekoşînê dikin. Eva anîna hanê rûmeta Yezdan e, ji bona kêra bivê, ewê rûmetê ji wî ra dide. Şixwe Yezdan bi xweber jî (bi rûmetî) fire û zana ye
إِنَّمَا وَلِيُّكُمُ اللَّهُ وَرَسُولُهُ وَالَّذِينَ آمَنُوا الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَهُمْ رَاكِعُونَ
Bi rastî serkarê we hey Yezdan û Pêxemberê wî û ewan bawergerên, ku nimêja xwe dikin û (di halê rukû da) baca malê xwe didin û xwe ji bona wî ra kûz û rast dikin, bi xweber in
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
