Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #90 Translated in Kurdish

حَتَّىٰ إِذَا بَلَغَ مَغْرِبَ الشَّمْسِ وَجَدَهَا تَغْرُبُ فِي عَيْنٍ حَمِئَةٍ وَوَجَدَ عِنْدَهَا قَوْمًا ۗ قُلْنَا يَا ذَا الْقَرْنَيْنِ إِمَّا أَنْ تُعَذِّبَ وَإِمَّا أَنْ تَتَّخِذَ فِيهِمْ حُسْنًا
Heya çûye gehîştîye (şûna) ku roj têda diçe ava.Dêna xwe daye, ku roj di kanîyeke herya reş da diçe ava. Di wêderê da rastî komalekî hat, me ji bona (Zulqerneyn ra aha) got: "Zulqerneyn! Tuyê ya ewan şapat bikî, ya jî tuyê bi wan ra qencîyan bikî (ewan bi xweşî bînî rêya rast)
قَالَ أَمَّا مَنْ ظَلَمَ فَسَوْفَ نُعَذِّبُهُ ثُمَّ يُرَدُّ إِلَىٰ رَبِّهِ فَيُعَذِّبُهُ عَذَابًا نُكْرًا
(Zulqerneyn aha) gotîye: "Kî cewr kiribe, emê ewî şapat bikin, paşê ewî li bal Xudayê xwe da bê zivirandin, îdî Xuda ê ewî wusa şapat bike, ku wekî wî şapat ne hatibe ditin
وَأَمَّا مَنْ آمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُ جَزَاءً الْحُسْنَىٰ ۖ وَسَنَقُولُ لَهُ مِنْ أَمْرِنَا يُسْرًا
Lê kîjanî bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî ji bona wî ra jî qencê qencîyan heye û emê ji bona wî ra ji fermanên xwe yê hêsanî bêjin: "(Bira ewa tişta hêsanî bike, tiştê zor neke)
ثُمَّ أَتْبَعَ سَبَبًا
Paşê rêyeke mayî ji xwe ra girt (çû, ji bo ku bigêhêje armanca xwa ya vî alî)
حَتَّىٰ إِذَا بَلَغَ مَطْلِعَ الشَّمْسِ وَجَدَهَا تَطْلُعُ عَلَىٰ قَوْمٍ لَمْ نَجْعَلْ لَهُمْ مِنْ دُونِهَا سِتْرًا
(Çûye) heya gehîştîye (şûna), ku roj jê derdikebe, rastî komalekî hat, roj li ser wan derdiket. Me ji bona wê komal ra jî bo ku xwe ji rojê biparisînin qe tu perdek çê ne kiribû

Choose other languages: