Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #55 Translated in Kurdish

مَا أَشْهَدْتُهُمْ خَلْقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَلَا خَلْقَ أَنْفُسِهِمْ وَمَا كُنْتُ مُتَّخِذَ الْمُضِلِّينَ عَضُدًا
Min (îblîs û ûrta wî va) ne di gava afirandina ezman û zemîn da, ne jî di gava afirandina wan bi xweber da jî, amadeyê afirandinê ne kiribû û min ji bona xwe ra ji ewanê ji rêya rast derketî ne xistîye piştevan
وَيَوْمَ يَقُولُ نَادُوا شُرَكَائِيَ الَّذِينَ زَعَمْتُمْ فَدَعَوْهُمْ فَلَمْ يَسْتَجِيبُوا لَهُمْ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمْ مَوْبِقًا
Di wê royê da (Yezdan ji bona hevrîçêkeran ra aha) dibêje: "Ka îdî hûn gazî wan hevrîyên, ku we ji min ra goman dikirin, bikin (bira ferestîya we di îro da bikin)." Îdî ewan (filan) gazî (wan hevrîyan) kirine, qe ewan (hewrîyan) ji bona wan ra tu bersiv ne dane. Me di nava (filan û hevrîyên wan da) teşqelên mezin danîne
وَرَأَى الْمُجْرِمُونَ النَّارَ فَظَنُّوا أَنَّهُمْ مُوَاقِعُوهَا وَلَمْ يَجِدُوا عَنْهَا مَصْرِفًا
Di gava ku gonehkaran agir dîtîne, îdî goman kirine, ku bi rastî wê bikebine agir. Û ewanan rastî tu penahekî jî nayên, ku ewa, ewan ji wî agirî bidine zivirandinê
وَلَقَدْ صَرَّفْنَا فِي هَٰذَا الْقُرْآنِ لِلنَّاسِ مِنْ كُلِّ مَثَلٍ ۚ وَكَانَ الْإِنْسَانُ أَكْثَرَ شَيْءٍ جَدَلًا
Û bi sond! Me ji bona merivan ra, di vê Qur’anê da ji hemî bûyeran car bi car gotîye. Lê meriv ji hemî tiştî bêhtir, tekoşîne divê
وَمَا مَنَعَ النَّاسَ أَنْ يُؤْمِنُوا إِذْ جَاءَهُمُ الْهُدَىٰ وَيَسْتَغْفِرُوا رَبَّهُمْ إِلَّا أَنْ تَأْتِيَهُمْ سُنَّةُ الْأَوَّلِينَ أَوْ يَأْتِيَهُمُ الْعَذَابُ قُبُلًا
Û gava (pêxember û Qur’an) ji bona merivan ra hatine, ji pêştirê hêvîya wanê ku ewan hêvî dikirin: Ka ji bona wan ra jî şapa wan yê di berya wan da borîne, hatibû, nayê ya jî ka li ber çavan ji wan ra şapat nayê, paşê bawer bikin, tu tiştî ewan ne dabûne paradanê, ku ji Xudayê xwe lavaya baxişandin a (gonehên) xwe bikin

Choose other languages: