Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #7 Translated in Kurdish

مَاكِثِينَ فِيهِ أَبَدًا
Ewanê di nava wan kirênên qenc da (ku bihişt e) hey bimînin
وَيُنْذِرَ الَّذِينَ قَالُوا اتَّخَذَ اللَّهُ وَلَدًا
Û (Yezdan bi we pirtûkê) ewanê ku dibêjin: "Yezdan ji bona xwe ra zar girtine." (Bi hatina şapatan) dide hişyarkirinê
مَا لَهُمْ بِهِ مِنْ عِلْمٍ وَلَا لِآبَائِهِمْ ۚ كَبُرَتْ كَلِمَةً تَخْرُجُ مِنْ أَفْوَاهِهِمْ ۚ إِنْ يَقُولُونَ إِلَّا كَذِبًا
Ji bona wan û bavên wan ra jî (di mafê vê dabaşê) qe tu zanîn tune ye. Eva peyveke mezin e ji devê wan derdikebe. Ewanan hey derewan dibêjin
فَلَعَلَّكَ بَاخِعٌ نَفْسَكَ عَلَىٰ آثَارِهِمْ إِنْ لَمْ يُؤْمِنُوا بِهَٰذَا الْحَدِيثِ أَسَفًا
Îdî ji bo ku ewan bi vê Qur’anê bawer nakin, dibe ku tu li ser wan ji kovanan xwe teşqele bikî
إِنَّا جَعَلْنَا مَا عَلَى الْأَرْضِ زِينَةً لَهَا لِنَبْلُوَهُمْ أَيُّهُمْ أَحْسَنُ عَمَلًا
Bi rastî tişta li ser zemîn heyî, me ji bona zemîn ra xistîye xişir, ji bo ku em kesan biceribînin, ka kîjan xebatê çêtir bike (bi vî ra jî ewan nankorya min dikin, ka tu çima ji bona wan kovanan dikişînî)

Choose other languages: