Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #30 Translated in Kurdish

قُلِ اللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا لَبِثُوا ۖ لَهُ غَيْبُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ أَبْصِرْ بِهِ وَأَسْمِعْ ۚ مَا لَهُمْ مِنْ دُونِهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا يُشْرِكُ فِي حُكْمِهِ أَحَدًا
(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Yezdan bi mayîna wan (di şikevtê da) çêtir dizane, loma zanîna bi ne xûyayên ezman û zemîn hey ji Yezdan ra ne. Ew çiqa rind dibîne û çiqa rind dibihê! Ji pêştirê Yezdan ji bona wan (xortan ra) qe tu arîkar tune bûye û tu kes di berewanîyê da nabe hempayê Yezdan
وَاتْلُ مَا أُوحِيَ إِلَيْكَ مِنْ كِتَابِ رَبِّكَ ۖ لَا مُبَدِّلَ لِكَلِمَاتِهِ وَلَنْ تَجِدَ مِنْ دُونِهِ مُلْتَحَدًا
(Muhemmed!) Ji pirtûka Xuda yê te, çi li bal te da hatibe niqandinê tu ewî bixune. Tu guhurandin ji bona peyvên we ra tune ye, tu ji pêştirê wî jî rastê tu penahî nayê
وَاصْبِرْ نَفْسَكَ مَعَ الَّذِينَ يَدْعُونَ رَبَّهُمْ بِالْغَدَاةِ وَالْعَشِيِّ يُرِيدُونَ وَجْهَهُ ۖ وَلَا تَعْدُ عَيْنَاكَ عَنْهُمْ تُرِيدُ زِينَةَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَلَا تُطِعْ مَنْ أَغْفَلْنَا قَلْبَهُ عَنْ ذِكْرِنَا وَاتَّبَعَ هَوَاهُ وَكَانَ أَمْرُهُ فُرُطًا
(Muhemmed!) Tu li bal wanê, ku di sibeh û êvara da, gazî Xudayê xwe dikin; ji bona ku Xudayê wan bi wan qayîl be, hew bike. ji bo ku tu xişrê vê cihana hanê bivê; bira her du çavê te ji (xezanê perestok) para da nefetile (li bal wanê zengînda mêze neke) û tu peyrewîya wîyê, ku me dilê wî ji bîranîna xwe, bê goman kirîye, neke, ewî hey peyrewîya canxwestina xwe kirîye. Bûyera wî ji hedê xwe borîye
وَقُلِ الْحَقُّ مِنْ رَبِّكُمْ ۖ فَمَنْ شَاءَ فَلْيُؤْمِنْ وَمَنْ شَاءَ فَلْيَكْفُرْ ۚ إِنَّا أَعْتَدْنَا لِلظَّالِمِينَ نَارًا أَحَاطَ بِهِمْ سُرَادِقُهَا ۚ وَإِنْ يَسْتَغِيثُوا يُغَاثُوا بِمَاءٍ كَالْمُهْلِ يَشْوِي الْوُجُوهَ ۚ بِئْسَ الشَّرَابُ وَسَاءَتْ مُرْتَفَقًا
Û (Muhemmed! Tu aha) bêje, "Bi rastî Qur’an ji Xudayê we (hatîye). Îdî kê hez dike bira bawer bike û kîjan hez nake bira bawer neke."Loma me ji bona cewrkaran ra agirekî wusa amade kirîye, ku ewî agirî bi gorayîya xwe, ewan hildane nava xwe. Heke ewan ji bona vexwarinê hewar bikin, hewarîya wan, aveke germe wusa tê, wekî madena bihatî, rû dixaşandin. Çiqa vexwarineke sik e û çiqa ewra wan sikê kursîya ne
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ إِنَّا لَا نُضِيعُ أَجْرَ مَنْ أَحْسَنَ عَمَلًا
Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Em xelata wa yên qenc bi tu car wunda nakin

Choose other languages: