Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #107 Translated in Kurdish

قُلْ هَلْ نُنَبِّئُكُمْ بِالْأَخْسَرِينَ أَعْمَالًا
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra ewanê, ku keda xwe (di para da pir) zîyan kirine, ka kî ne, bê- jim
الَّذِينَ ضَلَّ سَعْيُهُمْ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَهُمْ يَحْسَبُونَ أَنَّهُمْ يُحْسِنُونَ صُنْعًا
Ewanan; (evê bi van salixan, têne nîyaskirinê ne) ku di jîna cîhanê da çi kirine, hemî wunda bûye loma tişta dikirin, goman kiribûne, ku ewan pêşeyên qenc kiribûne
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ وَلِقَائِهِ فَحَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فَلَا نُقِيمُ لَهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ وَزْنًا
Ewanan; cw fileyên, ku bi berate û bi rasthatina Xudayê xwe (di roya para da) bawer nakin, îdî keda wan hemû şewitîye. Em ji bona wan ra di roya rabûna hemû da, tu kêşê nadine çikandinê (ji bo ku keda wan bê kişandine)
ذَٰلِكَ جَزَاؤُهُمْ جَهَنَّمُ بِمَا كَفَرُوا وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَرُسُلِي هُزُوًا
Bi sedema, ku ewan berate û pêxemberê min, di nava xwe da bi tinaz girtibûne celata ne bawerî û filetîya wan doj e
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ كَانَتْ لَهُمْ جَنَّاتُ الْفِرْدَوْسِ نُزُلًا
Bi rastî ji bona wanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine, bihişta rezan bûye êvirgah

Choose other languages: