Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #44 Translated in Kurdish

يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَوْفُوا بِعَهْدِي أُوفِ بِعَهْدِكُمْ وَإِيَّايَ فَارْهَبُونِ
Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin. Û hûn ewê peymana min daye we pêk bînin, ku ez jî ewê peymana we pêk bînim. Îdî hûn hey ji min bitirsin
وَآمِنُوا بِمَا أَنْزَلْتُ مُصَدِّقًا لِمَا مَعَكُمْ وَلَا تَكُونُوا أَوَّلَ كَافِرٍ بِهِ ۖ وَلَا تَشْتَرُوا بِآيَاتِي ثَمَنًا قَلِيلًا وَإِيَّايَ فَاتَّقُونِ
Û (gelî zarne cihûyan!) ewa (Qur’an) a min hinartîye heye! rastdarya wan (biryar û pirtûka) bi we ra heye dike. Hûn bi wê bavêr bikin. Û ewanê di cara yekem da bi wê filetî kirine hene! hûn nebine ji wan û hûn beratenê min bi perekî hindik nefîroşin. Îdi hûn hey parisîya min bikin
وَلَا تَلْبِسُوا الْحَقَّ بِالْبَاطِلِ وَتَكْتُمُوا الْحَقَّ وَأَنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Hûn bizanin, ji bona ku mafê veşêrin; maf û pûçîyê teve hev nekin
وَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ وَارْكَعُوا مَعَ الرَّاكِعِينَ
Û hûn nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin û hûn bi wanê, ku xwe (ji bona Yezdan ra) kûz dikin, xwe kûz bikin
أَتَأْمُرُونَ النَّاسَ بِالْبِرِّ وَتَنْسَوْنَ أَنْفُسَكُمْ وَأَنْتُمْ تَتْلُونَ الْكِتَابَ ۚ أَفَلَا تَعْقِلُونَ
Hûn ça fermana kesan bi qencîyan dikin, hûn xwe jî bîrva dikin û hûn bi xweber jî pirtûkê di xunin? Îdî qe hûn hiş hilnadin

Choose other languages: