Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #19 Translated in Kurdish

فَأَنْجَيْنَاهُ وَأَصْحَابَ السَّفِينَةِ وَجَعَلْنَاهَا آيَةً لِلْعَالَمِينَ
Paşê me Nûh û hevalên wî yên kêlekê fereste kirin û me eva (ferestîya) ji bona cêhanê ra xistîye berateke (derhoze)
وَإِبْرَاهِيمَ إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ اعْبُدُوا اللَّهَ وَاتَّقُوهُ ۖ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Me Îbrahîm jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye, "Hûn gelî komalê min! Ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn yezdanparizî bikin. Heke hûn bizanin, ewa ji bona we ra qenctir e
إِنَّمَا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ أَوْثَانًا وَتَخْلُقُونَ إِفْكًا ۚ إِنَّ الَّذِينَ تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ لَا يَمْلِكُونَ لَكُمْ رِزْقًا فَابْتَغُوا عِنْدَ اللَّهِ الرِّزْقَ وَاعْبُدُوهُ وَاشْكُرُوا لَهُ ۖ إِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewan hinek tokel in, hûn bi vir (ewan Xuda û Mehder) digirin. Bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewanan ji bona we ra qe tu rojînî nadin. Îdî hûn li bal Yezdan li rojînîyê bigerin û hûn hey perestîya wî bi tenû bikin û ji bona wî ra sipasî bikin. Hûnê hey li bal wî da bizivirin
وَإِنْ تُكَذِّبُوا فَقَدْ كَذَّبَ أُمَمٌ مِنْ قَبْلِكُمْ ۖ وَمَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ
(Îbrahîm) heke (tu ji alîyê komalê xwe da) bê derewdêrandinê, bi sond! hinek komê berya we da jî (pêxemberê xwe) dan derewdêrandinê. Li ser saîyan hey têgihandina xwûyaî heye
أَوَلَمْ يَرَوْا كَيْفَ يُبْدِئُ اللَّهُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ۚ إِنَّ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرٌ
Ma qey ewanan nabînin, Yezdan di cara yekem da ça heyî afirandine, paşê jî ça ewan difetilîne? Bi rastî eva kirina li ser Yezdan hêsan e

Choose other languages: