Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anbiya Ayahs #24 Translated in Kurdish

يُسَبِّحُونَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ لَا يَفْتُرُونَ
Ewan di şev û royan da paqijaya (Yezdan) bi perestî ji kêmayan dikin, qe nakerixin (sist jî nabin)
أَمِ اتَّخَذُوا آلِهَةً مِنَ الْأَرْضِ هُمْ يُنْشِرُونَ
Qey ewan (filan) ji zemîn, ji bona xwe ra hinek xuda girtine; wê ewan (xudayên ewan ji piştî mirinê) biweşînin
لَوْ كَانَ فِيهِمَا آلِهَةٌ إِلَّا اللَّهُ لَفَسَدَتَا ۚ فَسُبْحَانَ اللَّهِ رَبِّ الْعَرْشِ عَمَّا يَصِفُونَ
Heke ji pêştirê Yezdan, hinek xudayên mayî di ezman û zemîn da hebûnan, wê bi rastî herdukê jî kavil bibûnan. Îdî Yezdanê xwe yê arşê (m’ena) ji wan salixên wan, bê kemasî paqij e
لَا يُسْأَلُ عَمَّا يَفْعَلُ وَهُمْ يُسْأَلُونَ
Ewa çi bike; ji kirina xwe nayê pirsînê, lê ewan (kesan) çi bikin, ji kirina xwe têne pirsînê
أَمِ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِهِ آلِهَةً ۖ قُلْ هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ ۖ هَٰذَا ذِكْرُ مَنْ مَعِيَ وَذِكْرُ مَنْ قَبْلِي ۗ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْلَمُونَ الْحَقَّ ۖ فَهُمْ مُعْرِضُونَ
Ewan (filan) qey ji pêştirê (Yezdanê babet ê perestîyê ji bona xwe ra) hinek xuda girtine? (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kanê (ji bona xudatîya wan ra) nîşanê we yên rastî çi hene! ewan (nîşanan) bînin (bidine nişanê me). Eva (doza yekatîya Yezdan) doza wanê bi min ra ne (ça jî) pirtûka bi min ra û ewan pirtûkê berya min da borîne (nîşanê vê doza me bi xweber e)." Lê pirê wan bi mafê nizanin, îdî ewan ji mafê rû fetilandine

Choose other languages: