Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ahzab Ayahs #51 Translated in Kurdish

وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ بِأَنَّ لَهُمْ مِنَ اللَّهِ فَضْلًا كَبِيرًا
Û tu mizgînê bide bawermendan ku bêguman ji wan re ji Xuda qencîkî mezin heye
وَلَا تُطِعِ الْكَافِرِينَ وَالْمُنَافِقِينَ وَدَعْ أَذَاهُمْ وَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ وَكِيلًا
Û tu nebe peyrewê kafir û durûyan û tu dev ji renca wan berde û tu xwe bispêre Xuda. Xuda bi parêzvanî bes e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نَكَحْتُمُ الْمُؤْمِنَاتِ ثُمَّ طَلَّقْتُمُوهُنَّ مِنْ قَبْلِ أَنْ تَمَسُّوهُنَّ فَمَا لَكُمْ عَلَيْهِنَّ مِنْ عِدَّةٍ تَعْتَدُّونَهَا ۖ فَمَتِّعُوهُنَّ وَسَرِّحُوهُنَّ سَرَاحًا جَمِيلًا
Gelî ên bawerî anîne! gava we jinên bawermend mehr kir, paþê berî ku hûn têkilî wan bibin we wan berda, êdî ji we re li ser wan tu iddê (mudê mayînê) ku hûn wî bijmêrin nîne. Vêca hûn, hin xweþî (nîvê mehra wan) bidin wan û hûn bi berdanekî rind wan berdin
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ إِنَّا أَحْلَلْنَا لَكَ أَزْوَاجَكَ اللَّاتِي آتَيْتَ أُجُورَهُنَّ وَمَا مَلَكَتْ يَمِينُكَ مِمَّا أَفَاءَ اللَّهُ عَلَيْكَ وَبَنَاتِ عَمِّكَ وَبَنَاتِ عَمَّاتِكَ وَبَنَاتِ خَالِكَ وَبَنَاتِ خَالَاتِكَ اللَّاتِي هَاجَرْنَ مَعَكَ وَامْرَأَةً مُؤْمِنَةً إِنْ وَهَبَتْ نَفْسَهَا لِلنَّبِيِّ إِنْ أَرَادَ النَّبِيُّ أَنْ يَسْتَنْكِحَهَا خَالِصَةً لَكَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِنِينَ ۗ قَدْ عَلِمْنَا مَا فَرَضْنَا عَلَيْهِمْ فِي أَزْوَاجِهِمْ وَمَا مَلَكَتْ أَيْمَانُهُمْ لِكَيْلَا يَكُونَ عَلَيْكَ حَرَجٌ ۗ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Ey pêxember! bêguman me jinên te yên ku te destmuzên wan (mehrê wan) daye wan ji te re helal dêraye, û wan cariyên berdestiyên te yên ku Xuda (bi dîlîtî) bi ser te ve vegerandiye û keçê apê te û keçê metê te û keçê xalê te û keçê xatiyê te yên ku bi te re koç kirine û jineke bawermend ku xwe ji pêxember re bibexþîne, eger pêxember jî bixwaze wê mehr bike, me xurû ji te re bêyî bawermendan (helal dêraye). Bi rastî me, tiþtê ku me derbareê jinên wan û (cariyên) berdestiyên wan de ferz dêraye baþ zaniye; ji bo ku tu zor û tengî li ser te çê nebe. Xuda hey bexþendekar e dilovan e
تُرْجِي مَنْ تَشَاءُ مِنْهُنَّ وَتُؤْوِي إِلَيْكَ مَنْ تَشَاءُ ۖ وَمَنِ ابْتَغَيْتَ مِمَّنْ عَزَلْتَ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكَ ۚ ذَٰلِكَ أَدْنَىٰ أَنْ تَقَرَّ أَعْيُنُهُنَّ وَلَا يَحْزَنَّ وَيَرْضَيْنَ بِمَا آتَيْتَهُنَّ كُلُّهُنَّ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا فِي قُلُوبِكُمْ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَلِيمًا
Tu ji wan (jinan) kîjan bixwazî dikarî bihêlî-dev jê berdî û tu kîjan bixwazî jî dikarî li bal xwe bihewînî; û ji ewê te dev jê berdaye, dilê te divê (wan bîne bal xwe) êdî tu zorî û tengî li ser te nîne. Evê han nêztir e ku çavê wan rohnî bibe û xemgîn nebin û ew bi tiþtê te daye wan teva qayil bibin. Xuda bi tiþtê di dilê we de ya baþ dizane. Xuda hey zana ye mulayîm e

Choose other languages: