Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #94 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا بَعْدَ إِيمَانِهِمْ ثُمَّ ازْدَادُوا كُفْرًا لَنْ تُقْبَلَ تَوْبَتُهُمْ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الضَّالُّونَ
Bi rastî ewanê ji piştî bawerêya xwe bûne file û paşê di filetîyê da jî pêş da çûne hene! Poşmanîya wan qe nayê litê kirinê û ewan bi xweber in, ku rêya rast wunda kirine
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَمَاتُوا وَهُمْ كُفَّارٌ فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْ أَحَدِهِمْ مِلْءُ الْأَرْضِ ذَهَبًا وَلَوِ افْتَدَىٰ بِهِ ۗ أُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ وَمَا لَهُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Bi rastî ewanê bûne file û gava mirinê jî bi filetî mirine hene! Ji tu kesekî ji wan, wekî tijîbûna cihanê zêr jî bidin, ji bo ku ji şapatan fereste bibin, dayîna wan nayê litê kirinê (ewan cihanê tijî zêr bikin, ji bona ferestîya xwe ji agir, bidin, dîsa ewan ji şapat û ji agir fereste nabin). Evan in. ku ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye û ji bona wen ra qe tu arîkarî jî tune ye
لَنْ تَنَالُوا الْبِرَّ حَتَّىٰ تُنْفِقُوا مِمَّا تُحِبُّونَ ۚ وَمَا تُنْفِقُوا مِنْ شَيْءٍ فَإِنَّ اللَّهَ بِهِ عَلِيمٌ
Bi rastî heya hûn ji wan tiştên, ku hûn ji wan hez dikin (di rêya Yezdan da) nesixurînin hûn nagehêjên qenciyan û hûn (di rêya Yezdan da) çi bisixurînin bi rastî îdî Yezdan bi wî dizane
كُلُّ الطَّعَامِ كَانَ حِلًّا لِبَنِي إِسْرَائِيلَ إِلَّا مَا حَرَّمَ إِسْرَائِيلُ عَلَىٰ نَفْسِهِ مِنْ قَبْلِ أَنْ تُنَزَّلَ التَّوْرَاةُ ۗ قُلْ فَأْتُوا بِالتَّوْرَاةِ فَاتْلُوهَا إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Hêj di berya ku pirtûka (bi nav) Tewrat ne hatibû hinartinê hemû xurek ji bona zarên Îsrail ra dirustbûye, ji pêştirê wan xurekên, ku Îsrail ji xwe ra li ser xwe ne dirust kirîye. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in ka pirtûka Tewratê bînin û hûn Tewratê bixunin. (Ewan dozên we ne, ku hûn dikin, ka Tewratê di mafê wan da çi gotîye?)”
فَمَنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Îdî ji piştî van kîjan li ser navê Yezdan viran bike, bi rastî ewanê cewr kirine evan bi xweber in

Choose other languages: