Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #199 Translated in Kurdish

فَاسْتَجَابَ لَهُمْ رَبُّهُمْ أَنِّي لَا أُضِيعُ عَمَلَ عَامِلٍ مِنْكُمْ مِنْ ذَكَرٍ أَوْ أُنْثَىٰ ۖ بَعْضُكُمْ مِنْ بَعْضٍ ۖ فَالَّذِينَ هَاجَرُوا وَأُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَأُوذُوا فِي سَبِيلِي وَقَاتَلُوا وَقُتِلُوا لَأُكَفِّرَنَّ عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ وَلَأُدْخِلَنَّهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ثَوَابًا مِنْ عِنْدِ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الثَّوَابِ
Îdî Xwedayê wan ji bona wan ra pisyar daye (gotiye): “Bi rastî ez keda tu kesê kedkarên ji we, çi mêr û çi jin be, wunda nakim. Hûn (gelî kesan! Hemû jî) ji hev in.” Îdî ewan merivên ku koç kirine û ji welatê wan ewan hatine derxistinê û ewanê di rêya min da hatine cefadanê û qirîn kirine û bi wan ra qirîn hatiye kirinê, hene! Bi rastî ezê ji wan, sikatîne wan rakim û ezê ewanan bixime wan bihiştên, ku di binê wan da çem dikişin. (Eva xelata hanê) hey qencîyek e ji Yezdanê (ji wan ra tê dayîne). Şixwe li bal Yezdan bi xweber jî rindê qencîyan heye
لَا يَغُرَّنَّكَ تَقَلُّبُ الَّذِينَ كَفَرُوا فِي الْبِلَادِ
Gera wan filan bi xweşî, di welat û bajaran da bira te nexapîne
مَتَاعٌ قَلِيلٌ ثُمَّ مَأْوَاهُمْ جَهَنَّمُ ۚ وَبِئْسَ الْمِهَادُ
Eva benga wan, jînek e hindik e. Êwra wanê paşîyê doj e. (Ewa doja) çi qa hêlanek e sike
لَٰكِنِ الَّذِينَ اتَّقَوْا رَبَّهُمْ لَهُمْ جَنَّاتٌ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا نُزُلًا مِنْ عِنْدِ اللَّهِ ۗ وَمَا عِنْدَ اللَّهِ خَيْرٌ لِلْأَبْرَارِ
Lê ewanê parîsîya Xwedayê xwe kirine, hene! Ji bona wan ra ewa bihişta, ku di binê wê da çem dikişin heye. Ewanan di wê bihiştê da hermanok in. Ewanan li bal Yezdan têne mexzûvan kirinê. Û çi tişta li bal Yezdan heye, ewa ji bona qencîkaran ra çêtir e
وَإِنَّ مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ لَمَنْ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَمَا أُنْزِلَ إِلَيْكُمْ وَمَا أُنْزِلَ إِلَيْهِمْ خَاشِعِينَ لِلَّهِ لَا يَشْتَرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ ثَمَنًا قَلِيلًا ۗ أُولَٰئِكَ لَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Û bi rastî destekî ji xweyê pirtûkan hene, ku bi Yezdan bawer dikin û bi wê (pirtûka) li bal we da hatiye hinartinê û bi wan (biryarên) li bal wan da hatine hinartinê, bawer dikin. Ewanan ji bona Yezdan xwe bi tirs nişîv dikin, ewanan beratên Yezdan bi perekî bindik nafiroşin. Eva desta bi van salixan hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan xelat û kirêya wan heye. Bi rastî Yezdan hijmaran zû dike

Choose other languages: