Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #137 Translated in Kurdish

وَسَارِعُوا إِلَىٰ مَغْفِرَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ وَجَنَّةٍ عَرْضُهَا السَّمَاوَاتُ وَالْأَرْضُ أُعِدَّتْ لِلْمُتَّقِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) li bal baxişandina ji Xwedayê xwe da û li bal wê bihişta, ku firetiya wê wekî ezman û zemîn e, ku ewa jî ji bona xwedaparisan hatiye amadekirinê, lez bikin
الَّذِينَ يُنْفِقُونَ فِي السَّرَّاءِ وَالضَّرَّاءِ وَالْكَاظِمِينَ الْغَيْظَ وَالْعَافِينَ عَنِ النَّاسِ ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Ewan (xwedaparis) ew in, ku di tengasî û firaqetîyê da malê xwe ji bona hewcan ra disixurînin û di gava hêrs hatinê da jî hêrsa xwe digirin û sikatîyên merivan dibaxişînin. Û Yezdan jî şixwa ji qencîkaran hez dike
وَالَّذِينَ إِذَا فَعَلُوا فَاحِشَةً أَوْ ظَلَمُوا أَنْفُسَهُمْ ذَكَرُوا اللَّهَ فَاسْتَغْفَرُوا لِذُنُوبِهِمْ وَمَنْ يَغْفِرُ الذُّنُوبَ إِلَّا اللَّهُ وَلَمْ يُصِرُّوا عَلَىٰ مَا فَعَلُوا وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Ewan xwedaparisan di gava kirinek e maştoqî kiribin û ya jî li xwe cevr kiribin, îdî hema Yezdan bîra xwe tînin û lavaya baxişandina gunehên xwe dikin. Û ji pêştirê Yezdan kîjan gunehan dibaxişîne? Ewan li ser wan kirinê xwe jî bi zanîn înçê bi peywestî nakin
أُولَٰئِكَ جَزَاؤُهُمْ مَغْفِرَةٌ مِنْ رَبِّهِمْ وَجَنَّاتٌ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ وَنِعْمَ أَجْرُ الْعَامِلِينَ
(Ji bona) vanan, xelata wan ji Xwedayê wan baxişandin û bihiştên, ku dibinê wan da çem dikişin heye. Ewanan di wan bihiştan da jî hermanok in. Çi qa qence, xelata karkerê qencîyan
قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِكُمْ سُنَنٌ فَسِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُكَذِّبِينَ
(Gelî bawergeran!) Bi sond! Di berya we da hinek rê û rêçik û biryar hatine, borîne. Îdî hûn di zemîn da bigerin, ka paşîya wanê vir dikiribûne, ça bûye

Choose other languages: